Cotmeh 05, 2021 01:30 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza asimanî ya artêşa Îranê: Li hemberî dijmin em amadetir ji her demekê ne

Fermandarê Hêza asimanî ya artêşa Îranê got: Hêza asimanî ya artêşa Îranê ji bo rûbirûbûna di gel dijminan amadetir ji her demekê û li benda fermana Fermandarê mezin ê gişt hêzan e.

Emîr sertîp balefirvan Hemîd Vahidî, Fermandarê Hêza asimanî ya artêşa Îranê roja Duşemiyê di bersiva pirsa nûçegihanan derbarê ihtimala gefxwarina dijî welêt ji aliyê sînorên bakurê rojava va got: Pêkanîna her kiryarekê ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî li gorî doktorîna berevaniya me û bêyî tu çaverêtiyeke ji derveyî welêt e û her tetbîqate an operasiyonek ku pêk tê, tenê bi mebesta berevaniya ji pergala pîroz a Komara Îslamî ye.

Wî got: Serbazên pergala pîroz a Komara Îslamî sedî 100 amadeyî berevaniya ji welêt in û doktorîna wan tenê berevaniya ji yekparçetiya welêt e.

Fermandarê Hêza asimanî ya artêşa Îranê derbarê hevahengiya artêş û Sipahê got: Artêş û Sipah her du serbazên Welayetê ne û memûriyete pîroz û armanceke yekgirtî hene.

 

Serepeyv