Cotmeh 03, 2021 17:44 Asia/Tehran
  • Îslamî: Îran li dû dabînkirina sedî 50 ya elektrîka welêt ji Enêrjiya  Navokî ye

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ragihand: Îran li dû dabînkirina derdora sedî 50 ji hewcetiyên elektrîka welêt bi riya enêrjiya navokî ye.

Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ragihand: Îran li dû dabînkirina derdora sedî 50 ji hewcetiyên elektrîka welêt bi riya enêrjiya navokî ye.

Muhemed Îslamî, Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê di gotûbêja tev Sputnik'ê da îdiaya keşfkirina qaseke zêde ya pirtikên Ûraniyûmê bi jêderka mirovî li sê navendên Îranê ku ji Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ra nehatiye ragihandin, derew zanî û got: Têhran meyandina Ûraniyûmê didomîne, lê ew ê tu wextî wê jibo çêkirina çekên atomî bi kar neyîne.

 

Îslamî her wiha got: Me dabînkirina sedî 50 ji daxwaza Îranê jibo 10 hezar hezar 16 hezar Megawat elektrîkê bi çêkirina hêzgeha navokî ya nû bi kapasîteya hevdudanî ya 8 hezar megawat kiriye armanca xwe.

Li gorî gotina Îslamî, welatên rojavayî naxwazin ku welatên din teknolojiyên pêşketî di warê enêrjiya navokî bi dest bînin û bi nêrîna wan, gişt pêşketin û keşfên di vî warî da divê tenê di bin kontrol û çavdêriya wan da be.

 

Serepeyv