Cotmeh 03, 2021 15:07 Asia/Tehran
  • Piştevaniya nûnerên Meclîsa Îranê ji tetbîqata leşkerî ya Fatihên Xeyberê

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ji tetbîqata leşkerî ya Aştî û Fatihên Xeyberê li sînorên bakurê rojavayê welêt piştgirî kir.

Li gorî rapora ajansa Mala Gel (Xaneyê Milet), Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê ragihand: Her cûre guherînên jeopolîtîkî li navçeyê û guherandina sînorên welatên cînar hêla sor a Pergala pîroz a Komara Îslamî ya Îranê ye û em li hemberî kiryarên biyaniyan di vî warî da paşve nakişin. Hema wisa ku em veguherîna axa tu welatekî jibo tevgerên Rejîma Siyonîst tehemil nakin.

Wan ragihand: Tetbîqata leşkerî ya Fatihên Xeyberê li zîvala sînorî ya Çemê Arazê hilgira peyama aştî û iqtidarê bo welatên navçeyê û hişyariyek bo Rejîma Siyonîst e. Têkiliya me digel gel û welatên cînar ji wan gelê misilman û welatê bira anku Komara Azerbaycanê kevn û mayînde ye û her nakokîçêkirineke dijminan bi taybet handanên rejîma sexte ya Israîlê dê vê yekîtî û beranberiyê hilneweşîne. Di eynî demê da gelê Îranê li hemberî destdirêjiya ser ewlehiya navçeyê û berjewendiyên welêt paşve nakişe; Îrana Îslamî biratî û cînaretiya baş digel welatên cînar ji wan digel Komara Azerbaycanê bi caran selimandiye.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ragihand: Gotinên duberetîçêker û komplogerane yên hinekan li dijî cînaretiya baş e û çaverêtî heye ku dewleta Komara Azerbaycanê li dijî her cûre komplogeriya biyaniyan derkeve.

 

Serepeyv