Şemxanî: Divê cîînarên me haya wan ji xerabkarî û neyarîxistina navbera ma ya biyaniyan heben
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, Komara Îslamî ya mezin û hêzdar xêrxwazê cînaran da zanîn û got: Divê cîînarên me haya wan ji xerabkarî û neyarîxistina navbera ma ya biyaniyan heben.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û televîziyona Îranê; Elî Şemxanî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, li ser rûpela xwe ya malpera înternetê nivîsî: “Îrana mezin û bihêz hertim xêrxwazê cînarên xwe bûye û tu carî gef li wan nexwariye. "Pirsgirêk dê bi hevkarî û hevdiliya hemû welatên herêmê çareser bibin."
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, diyar kir ku ji derveyî xerabî û netifaqî û neyarîçêkirinê, bûyîna biyaniyan li herêmê ti sûdeke xwe tineye, Di dewamê de Şemxanî tekez kir: "Em bang li cînarên xwe dikin ku di vî warî de hişyar bibin û ji wan biyaniyên niyetxirab dûr bikevin."