Li Îranê di 24 saetên borî de zêde ji10 hezar kes bi Koronayê ketine û zêde ji 200 kesî jî mirine
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 217 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 120 hezar û 880 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemiyê 2ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 hezar û 135 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan hezar û 673 kes di nexweşxanan de hatin razandin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 611 hezar û 700 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 75 hezar û 482 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Vê wezaretê herwiha diyar kir ku heya nuha, 40 mîlyon 63 hezar û 570 kes doza yekem a vaksîna Koronayê û 16 mîlyon 532 hezar û 554 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine, û jimara giştî ya dozên vaksîna Koronayê ku hatine lêdanê gihîştiye 56 mîlyon 596 hezar û 124 dozan.