Îlon 30, 2021 18:02 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza deryayî ya Sipahê: Tetbîqatên leşkerî yên hêzên çekdar ên Îranê gefek li dijî welatên navçeyê nîne

Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Tetbîqatên leşkerî yên hêzên çekdar ên Îranê gefek li dijî welatên navçeyê nîne.

Serdar edmîral Elîreza Tengsîrî, Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di hevpeyîvîna di gel Al-Alamê, got: Tetbîqatên leşkerî yên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê gefek li dijî welatên navçeyê nebûye û nîne, lê eger ew gefê li welêt bixwin, em ê gefa wan bi gefê bibersivînin.

Serdar Tengsîrî her wiha got: Berpirsiyariya dabînkirina ewlehiya Tengava Hormuzê li ser ustiyê Îranê û welatê dost û bira anku Omanê ye.

Li gorî gotina Fermandarê Hêza deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî, Tetbîqatên leşkerî yên hêzên çekdar ên Îranê bi awayê fermî û mentiqî jibo welatên dervenavçeyî û rejîma dagirker a Siyonîst in ku hatine navçeyê.

Serepeyv