Îlon 30, 2021 16:40 Asia/Tehran
  • Berdevkê Sipahê: Şerxwaziya dijminan dijî Îranê dê bibe sebeba jinavçûna wan

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: Şerxwazî û komploya dijminan dijî Îrana Îslamê dê tu destkeftek ji bilî jinavçûna wan tunebe.

Li gorî rapora Fars Newsê, Serdar Sertîp duyemê pasdar Remezan Şerîf, Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja îro bi wêrekî, iqtidar û bihêz ewlehiya welêt bi baştirîn awayê pêkan dabîn dikin û pêkhatina vî tiştê girîng encama xwîna şehîdan e.

Serdar Şerîf her wiha got: Şanaziyeke mezin e ku Komara Îslamî ya Îranê roja îro di aramiyê da ye û gef û komployên amerîkî û siyonîstî yek piştî ya din pûç dibin.

 

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî her wiha got: Hewildana tevgera medyayî ya dijmin bi mebesta bandorkirina li ser raya gişt di tevgerên vê dawiyê yên Efxxanistanê kiryareke ji ber lawaziyê bi armanca nixûmandina rewşa aloz a amerîkiyan li Efxanistanê ye.

Serdar Şerîf got: Têkoşer û zarên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di qada têkoşîan dijî DAIŞê û komên terorîstî ku di bin perwerdehiya Amerîkayê da dixwestin erdnigariya Cîhana Îslamê tîketîke bikin, bi wêrekî rawestiyan û roja îro tiştek ji DAIŞê nemaye.

Berdevkê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî devûjeniyên siyonîstan û gotina "Plana Hezar Derbên Kêrê" kiryarek ji ber tirsa vê rejîma sexte ji iqtidara Bereya Berxwedanê û Îrana Îslamî da zanîn û got: Ji dema damezirandina Înqilaba Îslamî wan hezar şûr ji kalanê kişandin, lê tiştek neqewimî û tenha destkefta wan tengtirbûna xeleka dorpêçê li dijî Rejîma Siyonîst li welatekî ye ku wan dagir kiriye.

 

Serepeyv