Serleşker Sefewî: Tu hêzek nikare êrîşî Îranê bike
Destyar û Şêwirmendê bilind ê Fermandarê giştî hêzên Îranê tekez kir: Tu hêzek nikare êrîşî ser Îranê bike.
Li gorî rapora Mehr Newsê, Serleşker seyid Yehya Rehîm Sefewî, Destyar û Şêwirmendê bilind ê Fermandarê giştî hêzên Îranê got: Hem gel û hem hêzên çekdar ewqas bihêz bûne ku tu yek ji hêzên dervenavçeyî weke Amerîka û aliyên din li hemberî vê hzêê nikarin karekî bikin ku bibe sebeba êrîşa leşkerî ya berfireh ser Îranê.
Destyar û Şêwirmendê bilind ê Fermandarê giştî hêzên Îranê her wiha got: 40 sal ji şikandina dorpêça Abadanê derbas dibe, lê hevgirtin û yekîtiyeke gelek baş di bin çavdêriya Fermandarê gişt hêzan navbera Artêş û Sipahê da heye.
Rehîm Sefewî destnîşan kir: Yekîtî û hevgirtina ku ji serdema Şerê sepandî da dest pê bû, aniha di asta herî berz da ye û ji hêla hevgirtina hêzên çekdar, em di baştirîn rewşê da ne.
Destyar û Şêwirmendê bilind ê Fermandarê giştî hêzên Îranê got: Îran hêza yekem a bibandor li hevsengiyên navçeya Rojavayê Asyayê ye û hêza berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê li vê navçeyê, hêzeke mezin û bibandor di hevsengiyên berevanî û ewlehiyê da tê hesab.
Rehîm Sefewî got: Roja îro di ewlehiya deryayî da me hêzeke wiha bi dest xisitye ku komkeştiya stratejîk a Îranê dikare bi derbasbûna jin Oqyanûsa Atlantîkê xwe bigihîne bendergeha Saint Petersburg'a Rûsiyê.