Îlon 29, 2021 18:43 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê: Dijmin nikarin li hemberî Bergiriya asimanî ya Îranê rawestin

Fermandarê Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê destnîşan kir: Dijmin nikarin li dijî Bergiriya asimanî ya Îranê rawestin.

Li gorî rapora YJC'yê, Emîr sertîp Elîreza Sebahîferd, Fermandarê Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê îro çarşemî di merasima bîranîna 241 serbazên şehîd ên Bergiriya asimanî da got: Bergiriya asimanî ya artêş û welêt li navçeyê yekem e û hêza tekûz a bergiriya asimanî li navçeyê, bergiriya asimanî ya Îranê ye.

 

Fermandarê Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê her wiha got: Cîhan û gişt dijmin dizanin nikarin dijî bergiriya asimanî ya bihêz a Îranê rawestin û dê nekarin jî.

Emîr sertîp Sebahîferd her wiha got: Di serdema Berevaniya Pîroz da bi amûrên ku gelekî seretayî bûn, me karî karekî mezin bikin û roja îro bi amûr û teknolojiyê, em hêza tekûz a navçeyî ne.

 

Fermandarê Hêza Bergiriya asimanî ya Artêşa Îranê got: Dijminên Înqilabê bi birêxistina şerê sepandî dixwest ku vê înqilabê kokbirr bikin, lê bi hewila şehîd, canbaz û têkoşeran armanca dijminan pêk nehat; Ji ber ku wan li ber xwe da û ji can û xwîna xwe derbas bûn û nehîştin ku dijmin bihostek ji axa Îrana Îslamî bigirin.

 

Serepeyv