Îlon 29, 2021 17:43 Asia/Tehran
  • Serdar Pakpûr: Sekinîna dijî komên dije-Înqilabê li bakurê Iraqê heta kokbirkirinê dê bidome

Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Qonaxa yekem a sekinîan dijî komên dije-Înqilabê pêk hat û em ê heta kokbirkirina wan li bakurê Iraqê bidomînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Serdar sertîp Muhemed Pakpûr, Fermandarê Hêza Bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja çarşemiyê di civîna sipasiya ji Pêşmergeyên Kurd ên Misilman li Sineya Kurdistanê, got: Dijminan berdewam komên dije-Înqilabê li Herêmê piştgirî kirin û van tevgerên xwe dest pê kirin.

Wî got: Tîmên çend kesî ji van koman dikevin nav sînor u bi xebat û hewildana ku pêk tê, ew jî dê kokbir bibin.

 

Serdar Pakpûr bi bibîrxistina vêya ku ev kom li navçeyên bakurê Iraqê bi cih bûne û wan baregeh ava kirine, got: Em li ser vê mijarê hestyar in û tehemil nakin ku ew ser hemdê xwe dijî welêt komplo bikin.

 

 

Serepeyv