Îlon 24, 2021 15:39 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Newyorkê bi wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê re civiye û derbarê têkiliyên dualî gotûbêj kirin.

Li gor malpera wezareta Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di dewama hevdîtinên xwe de li kêleka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, pêwendiyên dualî bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re gotûbêj kir.

Di destpêka vê hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Komara Azerbaycanê pêşwazî li lidarxistina civîna sê alî ya Îran, Tirkiye û Komara Azerbaycanê li Têhranê kir. 

Bayramov herwiha xwest ku bila têkilî û hevkariyên du welatên cînar û dost ên Îran û Komara Azerbacanê di gişt waran ji wan bazarganî, aborî, çandî û siyasî de berfire bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê bi girîngiyek taybet nirxand û hêvî kir ku peymanên berê werin cîbicîkirin û got: Îranê girîngî û pêşîniyek taybet daye peywendiyên bi cîranên xwe re.

Wezîrê derve yê Komara Îslamî ya Îranê li Newyorkê de her wiha bi wezîrên derve yên welatên Nîkaragua, Sirbistan û Qirqîzistan re jî hevdîtin pêkanî û bi wan re derbarê rewşa û geşedanên herêmî û cîhanî axivt û xwest ku bila pêwendî û hevkariyên wan bi Îranê re di gişt waran de berfire û kêr bibin.

Serepeyv