Emîr-Ebdullahiyan: Boykot û cezayên zalimane yên Amerîkayê kiryarek nemirovane ye
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina serokê Xaça Sor a Navneteweyî de ceza û boykotên zalimane yên Amerîkayê li dijî Îranê rexne kirin û ew kiryareke nemirovane da zanîn.
Li gorî Navenda Dîplomasiya Giştî û Medyayê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan duh di hevdîtina serokê Xaça Sor a Navneteweyî, Peter Maurer de bê dengiya rêxistinên mafên mirovan li hemberî ceza û boykotên zalimane yên Amerîkayê rexne kir û got: Dorpêçên zordarane yên Amerîkayê kiryarek nemirovane û terorîzmeke eşkere ye li dijî gelê Îranê ku divê ji aliyê her kesî ve were red kirin û şermezarkirin.
Emîr-Ebdullahiyan her weha spasiya Xaça Sor kir ji bo hewildanên wê yên ji bo vekolîna bêserûşûnbûyî û şehîdên serdema şerê ferzkirî yê Seddam, di nav axa Iraqê de û her wiha ji bo alîkariya wê ya sînordar, lê hêja ji bo Heyva Sor a Îranê di têkoşana li dijî vîrusa Coronayê de.
Di vê hevdîtinê de serokê Xaça Sor a Cîhanî jî spasiya Îranê kir ji bo mêvandarîkirina aware û penaberên Efgan û got: Di nav berbelabûna koronayê de û digel hemî zextên ku van rojan civaka Îranê dikşîne, me hewil da heta ku ji destê me tê Afganên koçber derzî(vaksînasiyon) bikin, lê di vî warî de, alîkariya lezgîn û cidî ya navneteweyî hewce ye.