Wezîrê Derve yê Îranê bi Serokomarê Iraqê re civiya
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di dewama hevdîtinên xwe bi rayedarên derecebilind ên welatên din li derveyî rûniştina Civata Giştî ya R¤êxistina Neteweyên Yekbûyî bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya û gotûbêj kir.
Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de, tekîd li ser pêwendiyên stratejîk ên di navbera Îran û Iraqê de kir û amadetiya Tehranê ji bo berfirehkirina peywendiyan bi Iraqê re di hemû waran de ragihand.
Emîr-Ebdullahiyan bal kişand ser berûlayên curbicur ên têkiliyên dualî û tekezî li ser bikaranîna hemî zirûf û kapasîteyên heyî yên her du welatan ji bo berfirekirina têkilî û hevkariyan kir.
Di vê hevdîtinê de, serokomarê Iraqê spasiya Îranê kir ji bo hemû arîkariya wê di salên borî de û biryardariya bihêz a Bexdayê ji bo baştirkirina pêwendiyên du alî diyar kir.
Her du aliyan her weha di derbarê mijarên cihêreng ên navçê de, di nav de pêşhatên dawîn ên li Efganistan, Sûriye, Behreyn û Yemenê şêwirîn û bawerên xwe anîn ziman.