Emîr-Ebdullahiyan bi hempîşeyê xwe yê Brîtanî re civiya
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi wezîra Derve ya Brîtanyayê ya nû, Elizabeth Terrace re, roja Çarşemê, bi dema herêmî, li kêleka 76mîn civîna Civata Giştî ya NY, mijarên dualî, Rêkeftina Navokî û rewşa Efganistanê gotûbêj kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevdîtinê de, diyar kir ku ji nû ve avakirina têkiliyên dualî tedbîrên cidî dixwaze û di vî halî de xwest ku bila Brîtanya deynê Îranê ya çar dehsalî paşdxistî bide.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha diyar kir ku derbarê Rêkeftina Navokî de gelek axivtin û gotin bihîstine, lê ti kar û kiryareke cidî û ti soz û qirarek nedîtiye û got: Mixabin Brîtanya jî beşek ji vê bê emelî û bê kiryariyê bûye û divê ku ev rewş were guhertin.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê wiha got: "Hikûmeta Amerîkayê bi bêdengî û hevkariya xwe ya bi Ewropayê re, boykot û ambargoyên xwe yên neqanûnî didomîne û di heman demê de îdîa dike ku dixwaze vegere Rêkeftina Navokî."
Emîr-Ebdullahiyan desnîşan kir ku eva dijheviyeke eşkera ye ku ji aliyê gelê Îranê tê şopandin û got:Ji bo hikûmeta vê demê ya Îranê pratîk û kar pîvan e ne gotin.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Brîtanya pêdivî ye ku balê bikişîne ser wê yekê ku bicihanîna berpirsiyariyên xwe tenê riya nûvekirina têkiliyan e û Tehran dê bersivek guncan bide her pêngavek erênî û çêker.
Di vê hevdîtinê de Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê jî diyar kir ku welatê wê amade ye deynên xwe yên ji Îranê re bide.
Elîzabeth Terrace amaje bi peymana nukleerî kir û got, di mijara Rêkeftina Navokî de, niha mijara sereke bala hemû aliyan e li ser dema destpêkirina pêvajoya diyalogê.
Wezîra karên derve ya Brîtanyayê her wiha ji Komara Îslamî ya Îranê ji bo hêsankirina derketina welatiyên mayî yên Brîtanyayê ji Efxanistanê spas kir.