Îlon 22, 2021 12:55 Asia/Tehran
  • Serleşker Mûsewî: Hêza asimanî ya Artêşa Îranê dikare li dijî her gefekê raweste

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Hêza asimanî ya Artêşa Îranê di cîgehekê da ye ku dikare bersiveke tund bide her gefekê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker Seyid Ebdulrehîm  Mûssewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di rêûrisma rêzgirtin û danasîna fermandarên berê û nû yên Hêza asimanî ya Artêşa Îranê da, bal kişande ser amadetiya hêzên çekdar jibo bersivandina gefên ihtimalî û got: Em ê li gorî şiyanên ku di hêzên çekdar da heye, bi hemî şiyanan xwe bersiva her gefekê li dijî berjewendî û ramanên Înqilaba Îslamî bidin.

 

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi pêşketinên Hêza asimanî ya Artêşa Îranê di warê balefirên bêmirov da, destnîşan kir: Hêza asimanî ya Artêşa Îranê roja îro di warên cûrbicûr da pêşketinên berbiçav bi dest xistine ku serketin û destkeftên vê hêzê di warê Dronan (balefirên bêmirov) ji van destkeftan e.

Hezretê ayetullah Xamineyî Fermandarê mezin ê gişt hêzan roja Yekşemiyê bi hukmekî emîr sertîp balefirvan Hemîd Vahidî wej Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Îranê tayîn kir.

 

 

Serepeyv