Îlon 21, 2021 19:34 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 379 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 117 hezar û 905 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Sêşemê 21 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 17 hezar û 564 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 2 hezar û 581 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 459 hezar û 796 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 819 hezar û 223 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 31 mîlyon û 358 hezar û 485 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 14 mîlyon 416 hezar û 851 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê gihêştiye 45 milyon û 775 hezar û 336 dozan.

Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, vîrûsa korona zêdetirî 229 mîlyon kes li çaraliyê cîhanê tûşî xwe kirine û zêdetirî 4 mîlyon û 714 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv