Îlon 21, 2021 13:49 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî di rojevê de nîne

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade got: Lidarxistina civîna Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî di rojevê de nîne û rûniştinên bi endamên Koma 4+1 re bi şêwaza dualî tên lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seîd Xetîbzade roja sêşemiyê li kêleka Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê li bersiva gotinên wezîrê karên derve yê Fransayê ku gotibû civîna hevpar li bara rêketinama navokî ya Îranê dê were lidarxistin got: ``Ji xwe wezîrên karên derve berî viya jî derheq vê mijarê xwesta dilê xwe anîbûn ziman."

Xetîbzade di dewam de got: "Rêkeftina Navokî ya Îranê dê bibe yek ji mijarên gotûbêja wezîrên karên derve yên ku li vir amade ne, lê civînek bi beşdariya endamên koma 4 + 1 di rojevê de nîne û civîna bi endamên vê rêkeftinê re dê dualî bibe."

Wezîrê Karên Derva Husên Emîr-Ebdûllahiyan duh çû New Yorkê ji bo ku beşdarî 76emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe.

Serepeyv