Îlon 21, 2021 13:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li ser siyaseta derve ya hevseng û dîplomasiya çalak tekez kir

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Hêviya me heye bi saya derfeta çêbûyî, em bikarin di çarçêva siyaseta derve ya hevseng û dîplomasiya çalak û hişmendane ya hikûmeta 13-an de ji bo rêk û pêkkirina têkiliyên bi welatên cihanê re bi taybet welatên ku me ew wek hedef dîtine gavên kêrhatî bavêjin û bi hevpêşeyên xwe re di van babetan de gotûbêjê bikin.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan ku du duşemê ser dema herêmê ya New Yorkê serdana vî bajarê amerîkî kir ji bo axivtina di Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), got: Serdana min a New Yorkê ji bo beşdarbûna 76 -emîn Civata Giştî ya NY ye.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Bi derfeta hebûna hempîşe û rayedarên payebilind ên welatan, bernama ku hevkarên me yên nûneratiya (mîsyona) Îran li Neteweyên Yekbûyî daniye nêzî 50 hevdîtin, civîn û beşdarbûna di rûniştinên curbicur digire ber xwe.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Di nav mijarên rojevê de,  têkiliyên bi welatên cîran re ji me re girîng in û em bala xwe didin ser têkiliyên Asyayî û her weha em li ser siyaseta derve ya hevseng û danûstandina bi hemî welatên cîhanê re disekinin, mesela din ji me re şopandina dîplomasiya aborî ye ku dê ev meselana bi giştî di nav bernamên me yên diyalogê de cih bigirin. "

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê de got: Sekinîna ser çareseriya  pirsgirêkê Îraniyên derve û hêsankirina karûbarên Îraniyên li derveyî welat bernameyek din e ku di civînek ku li ofîsa nûnertiya me ya li New Yorkê hatiye amadekirin de were gotûbêj kirin, Hevkar û berpirsên Ofîsa Parastina Berjiwendiyên me li Washingtonê jî dê di van civînan de beşdar bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha di twîtekê de nivîsiye: Ez ê 4 rojan li New Yorkê bibim ji bo ku beşdarî 76mîn rûniştina salane ya Civata Giştî ya NY bibim.

Wî her wiha di dewamê de nivîsiye ku ew ê bi Sekreterê Giştî û Serokê Civata Giştî ya NY, bi Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê re û bi Wezîrên Derve yên Fransa û Brîtanya re jî hevdîtina pêk bîne.

Serepeyv