Îlon 19, 2021 23:52 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat tayînkirin

Hezretê ayetullah Xamineyî, Fermandarê gişt hêzan bi hukmekî emîr sertîp balefirvan Hemîd Vahidî wek Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn kir.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Di hukmê Fermandarê mezin ê gişt hêzan da hatiye: Li gorî sozdarî û hêjatî û pêşniyara Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê, ez cenabê te wek Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê tayîn dikim.

Hewildana jibo xurtkirina şiyan û amadetiyên cengê jibo bersivdana hişmendane li hemberî her ast û cûreyeke gefa asimanî û pêşketina sermiyana însanî bi stratejiya avakirina hêza asimanî ya zana ya asta hikûmeta îslamî, di danûstandina bibandor û hevgirtî digel beşên mezin ên Aertêşa Komara Îslamî ya Îranê û beşên têkildar ên leşkerî û rêveberiya welêt, tê çaverêtîkirin.

Beriya vê yekê, emîr sertîp Ezîz Nesîrzade, Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bû ku îro yekşemî li ser pêşniyara serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar, bi hukmekî ji aliyê Hezretê Ayetullah Xamineyî , Fermandarê mezin ê gişt hêzan wek dewsgirê Serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê hat tayînkirin.

 

 

Serepeyv