Îlon 18, 2021 19:23 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 355 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 116 hezar û 791 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 18 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 12 hezar û 847 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 2 hezar û 124 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 408 hezar û 860 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 736 hezar û 896 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 28 mîlyon û 382 hezar û 995 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 13 mîlyon 620 hezar û 868 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê gihêştiye 42 milyon û 3 hezar û 863 dozan.

Li gorî amarên fermî yên welatên cîhanê, vîrûsa korona zêdetirî 228 mîlyon kes li çaraliyê cîhanê tûşî xwe kirine û zêdetirî 4 mîlyon û 694 hezar kes jî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest dane.

Serepeyv