Îlon 18, 2021 17:59 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî: Peyama we ya qehremaniyê peyama hêvî, şahî û derfeta serêxwegirtina karên ji rû ve nepêkan e

Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî vê sibê (şemî) li hevdîtina bi werzişkarên xwedî medal ên Olîmpîkê û Paralîmpîk ên Tokyoyê re, ji dil spasiya şampiyonên Îranê kir û got: Peyama herî girîng a şampiyoniya werzişkarên serbilind ên welêt li qadên navneteweyî ev e; karên dijwar ku ji rû ve îmkana pêşvebirina wan tine, we ew gihandin encamê û hên tê de serketin û we peyama berxwedan û hêvî û zindîtiyê û geşeatiyê da civak û ciwanan.

Hezretê ayetullah Xaminêyî di vê hevdîtinê da amajeyî hin mînakên qaremanî û mîdalbidestxistinên nedurist û nesaxlem di werzişa cîhanê da kir û got: Bilî nedadî, bertîl, lihevkirinên kirêt ên sîyasî û sûdwergirtina ji madeyên bihêzker, bidestxistina mîdalê bi saya welatfiroşî û xwefiroşîyê jî ji mînakên qaremanîya nesaxlem in.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî xuyabûna nirxên mirovî, dînî û meinewî li rex qaremanîyê gellekî binirx zanî û amajeyî hin mînakên di vî warî da di pêşbirkên Olempîk û Parolempîkê da kir û got: Xatûnên werzişkar ên îranî di van pêşbirkana da selimandin ku hicaba îslamî ne berbendek ser rêya rikeberîyeke baş û xurt di qada werzişê da ye çawan ku ev yeka di qadên sîyaset, zanist û rêvebirîyê da jî selimandine.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa islamî ya Îranê mijara bifermî-nasnekirina rêjîma cinayetker a sîyonîst li meydanên werzişî mijareke gellekî girîng zanî û got: Rêjîma xwînrêj, jînosaydker û narewa ya sîyonîst hewil ddie bi amadebûna li meydanên navnetewî yên werzişê jibo xwe rewabûnê bi dest bixe û zorbêjên cîhanê jî alîakrîya wê dikin lê berpirsên rêzdar ên werzişê û werzişkar nabe di vî warî da bi tu awayî sistîyê nîşan bidin.

Wî amajeyî kiryarên rêjîma sîyonîst û piştgirên wê jibo bêparkirina werzişkaran kir û pêgirî kir: Wezaretên Werziş û Karên Derve û dezgehên hiqûqê dive vê mijarê bi rêyên hiqûqî bişopînin û piştgirîyê bidin werzişkarên welêt û heta werzişkarên misilman ên welatên din ên weke werzişkarê cezayirî ku vê dawîyê hat bêparkirinê.

Rêberê qedirgiran ê şoreşa îslamî ya Îranê pêgirî kir ku werzişkarê serfiraz ê îranî nikare jibo mîdalekê destê xwe bide destê werzişkarê sîyonîst û wî di piratîkê da bi fermi nas bike û got: Rabhorîya vê mijarê heye û berê jî werzişkar dernediketin pêşberî werzişkarên rêjîma apartayd a Afrîqaya Başûr û ew rêjîma piştî demekê ji nav çû û Rêjîma sîyonîst jî yê ji nav here.

Serepeyv