Îlon 18, 2021 00:56 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 364 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 116 hezar û 436 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 17 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 17 hezar û 605 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku ji wan 2 hezar û 537 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 396 hezar û 13 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 4 milyon û 708 hezar û 195 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 27 mîlyon û 790 hezar û 835 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 13 mîlyon 459 hezar û 625 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê gihêştiye 41 milyon û 250 hezar û 460 dozan.

Serepeyv