Civîna Wezîrên Karên Derve yên Îran û Rûsyayê
Li kêleka 21`mîn Rûniştina serokan a welatên endamên Rêxistina Hevkariya Şanghayê ya li paytexta Tacîkistanê Duşemiyê, wezîrê karên derve yê Îranê bi wezîrê karên derve yê Fedrasyona Rûsiyê re hevdîtin pêk anî.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr- Ebdullahiyan di vê gotûbêjê de bi tekezkirina ser berfirekirina têkiliyên Îran û Rûsyayê di gişt mijaran de, hevfikrî û hevşêwirîna du welatan ser mesele û pirsgirêkên girîng ên navçê ji wan pirsgirêka Efxanistanê pêdivî da zanîn.
Emîr- Ebdullahiyan amaje bi rewşa aloz a heyî li Efganistanê kir û ev rewşa wekî encama vekişîna bê berpirsyarî û bi serşûrî ya Amerîkayê ji vî welatî bi nav kir û hukûmeta Amerîkayê derheq rewşa vê demê li Efganistanê berpirsyar û sûçdar da zanîn.
Di vê hevdîtinê de, Lavrov ji bo wezîfedarbûna Dr. Emîr Ebdullahiyan wek wezîrê derve yê Îranê, lê pîroz kir û jê xwest di derfeteke guncaw serdana Moskowê bike û daku gotûbêj û şêwirînên navbera du welatanberdewam bikin.
Hêjayî gotinê ye ku Komara Îslamî ya Îranê çareseriya pirsa Efxanistanê di damezirandina hikûmetek giştgîr de bi beşdariya nûnerên hemî komên etnîkî û olî dizane û balê dikişîne ser hewlên Îranê ji bo handana gihîştina vê mebestê.