Îlon 16, 2021 12:34 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê berê xwe da Tacîkistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo beşdariya di civîna serokan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê berê xwe da Tacîkistanê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê di serê desteyeka payebilind a siyasî û aborî bi mebesta beşdariya di civîna serokan a Rêxistina Hevkariya Şanghayê, Têhran ber bi Duşenbeya Tacîkistanê va terikand.

Di merasima birêkirina serokomêr da, Muhemed Muxbir alîkarê yekem ê wî û hejmareke wezîran beşdar bûn.

Wezîrên derve, Hêz, Kar û Rihetiya Civakî, Dadwerî, Mîrasa Çand, geştyarî û pîşeyên destî hevrêtiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê gerrê da dikin.

Ev yekemîn sefera derveyî ya Reyîsî wek Serokê Komara Îslamî ya Îranê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê jibo beşdariya di civîna Şanghayê da, dê bi awayê fermî bi pêşwaziya Îmamelî Rehman hevtayê xwe yê tacîkî serdana vî welatî bike û dê gotûbêjên dualî tev rayedarên vî welatî derbarê hevkariyên giştalî di navbera Têhran û Duşenbeyê da pêk bîne.

 

 

Serepeyv