Îlon 14, 2021 00:40 Asia/Tehran
  • Amara 24 saetên dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 448 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 114 hezar û 759 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro duşemê 13 Îlonê ragihand, di nav 24 saetên borî de 22 hezar û 541 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û zêde ji 3 hezar nexweş li nexweşxanan hatin razandin.

Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 5 milyon û 318 hezar û 327 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha derdora 4 milyon û 600 hezar nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku heya niha 24 mîlyon û 144 hezar û 750 kes yekem doza vaksîna Koronayê û 12 mîlyon 492 hezar û 598 kes jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya lêdana vaksîna Koronayê li Îranê  gihêştiye 36 milyon û 637 hezar e. 348 dozan.

Serepeyv