Îlon 12, 2021 19:54 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Şemxanî û serokwezîrê Iraqê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya û derbarê mijarên dualî û dawîn alûgorên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê pê ra axivî.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bi serokwezîrê Iraqê ra civiya û derbarê mijarên dualî û dawîn alûgorên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê pê ra axivî.

 

Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêşwaziya ji dahêneriya dewleta Iraqê ya lidarxistina civîna Bexdayê, got: Hûrbûn ali ser hevkarî û hevgirtina welatên navçeyê bêyî hebûna welatên derveyî navçeyê divê di rojeva dayîmî ya welatên navçeyê da be.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê tevgerên ber bi zêdebûnê yên komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê nîgeranker û li dijî ewlehiya sînorên du welatan da zanîn û li ser jiçekkirina bilez û derxistina wan ji Iraqê tekez kir.

 

Şemxanî tevî amajeya bi hevkariya hin welatên navçeyê yên sazişkar digel Rejîma Siyonîst, got: Ev kiryar ku di çarçova doktorîna nû ya ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê da pêk tên ne tenê alîkariyê bo aramî û ewlehiyê nakin, belkî dê bibin gurrbûna qeyran û nearamiyê li navçeyê.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê got: 20 salan dagirkirina karesatbar a Efxanistanê îsbat kir ku hebûn û destwerdana Ameerîkayê li navçeyê, ji bilî nearamî û lêketina ziyanên madî û manewî yên mezin li gelê navçeyê tu encamek tune.

 

Serepeyv