Îlon 12, 2021 16:23 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya hevpar a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê

Daxuyaniya hevpar a Serokê Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê hat dayîn.

Li gorî rapora Beşa pêwendiyên gelemperî ya Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, Piştî hevdîtina îro yekşemî ya Rafaêl Grosî digel Muhemed Îslamî, Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê û Serokê  Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê, du aliyan daxuyaniyeke hevpar daî û li ser berfirehkirina hevkariyên teknîkî navbera Îran û Ajansê di warên cûrbicûr da tekez kir.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Du aliyan rûhê hevkarî û pêbaweriya dualî û girîngiya dewama wê û pêwîstiya çareserkirina mijarên heyî di atmosfereke avaker û bi taybet teknîkî bi bîr xistin û destnîşan kirin.

Di dewama vê daxuyaniyê da hatiye, Di çarçova danûstandin û hevkariyên heyî, du aliyan biryar da ku hevdîtinên dualî di astên têkildar bidomînin.

Li gorî vê daxuyaniyê, Di vî warî da Alîkarê serokomêr û Serokê  Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê li kêleka Konferansa gelemperî ya Ajansê dê bi Rêveberê giştî ra bicive û Rêveberê giştî jî di pêşerojeke nêzik da dê were Têhranê da ku şêwirînên asta bilind bi armanca xurtkirina hevkariyên navbera Îran û Ajansê di warên cûrbicûr û gotûbêja derbarê mijarên heyî yên peywendîdar ên dualî, digel dewleta Îranê pêk bîne.

 

Di vê daxuyaniya hevpar da hat destnîşankirin: Rê bo çavdêrên ajansê tê vekirin da ku derbarê servîskirina teknîkî ya amûrên çavdêriyê yên diyarkirî û dewsgirtina kartên wan ên memoriyê ku dê di bin mora hevpar da li Îranê bên ragirtin, tev bigere û li ser dema pêkanîna vî karî, lihevkirin pêk hat.

 

 

Serepeyv