Îlon 11, 2021 00:07 Asia/Tehran
  • Bersiva Îranê ji bo tawanbariyên sivik û pêkenok ên komîta çaralî ya Yekîtiya Ereban

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îdiayên sivk û pûç ên hatî ragihandin di daxûyaniya komîteya qaşo çaralî ya Yekîtiya Ereb de li dijî Komara Îslamî ya Îranê şermezar kir.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Înê îdiayên sivk û pûç ên komîteya qaşo çaralî ya Yekîtiya Ereb li dijî  Îranê  şermezar kir û desnîşan kir îdiayên wiha nîşan didin ku welatên endamên vê Komîteyê ti agahî û fehmdariyeke xwe derbarê geşedan û guhertinên navçê û rewşa giştî ya bi bandor ser têkiliyên Komara Îslamî ya Îranê û welatên erebî tineye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê boxtanên dubarebûyî yên wekî mudaxileyên Îranê li karûbarên welatên din ku ji aliyê welatin dikevin rojevê ku bi xwe serbihûriyeke dirêj di warê mudaxileyên wiha de hene û li navçê aloziyê çê dikin û terorîstan perewerde dikin bi taybetî li Yemen û rojavayê Asyayê û bakurê Afrîqayê,  boxtanên pûç û derew in û di dewamê de got: Li hev komkirina van pêkhateyan ji bo tawanbarkirina Îranê, ti pirsgirêkeka welatên mudaxileker û xemsar derheq mafên gelan çareser nake.

Xetîbzade xema sereke ya damezrênerên van daxuyaniyan xizmeta vekirî û veşartî ji bo Rejîma Siyonîst bi nav kir û şîret li van çar welatan kir ku li dewsa gotina van gotinên bê nirx, li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê mezlûm ê Filistînê bisekinin.

Endamên Komkara Erebî tawanbariyên xwe yên dubare li dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin û Tehran qaşo bi mudaxileyên xerabkarane, fînansekirina Hûsiyan û komên terorîst ên tundrew tawanbar kirin.

Serepeyv