Îlon 09, 2021 22:18 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Berhemanîna vaksîna navxweyî bi lezandina dayîna destûrên qanûnî leztir bûye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Berhemanîna vaksîna navxweyî bi lezandina dayîna destûrên qanûnî leztir bûye.

Li gorî rapora navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna serokên Komîteyên pisporî yên Erkantiya neteweyî ya têkoşîna dijîKoronayê da, got: Guherîna di warê berhemanîna navxweyî da pêngava yekem e.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Berhemanîna vaksîna navxweyî ji wan vaksîna Fexra, Razî û berfirehkirina xetên berhemanîna vaksîna Bereketê bi lezandina dayîna destûrên qanûnî ji aliyê Wezareta Tendurustiyê va leztir bûye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Di rojên borî da kirrîna vaksînê leztir bûye û di vî warî da derdora 50 miliyon dozên vaksînê hene.

 

Serepeyv