Reîsî: Têkiliyên Îranê û welatên ewropî maye ser berçavgirtina presîba hurmetgirtina ji hevdu re
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbarhîm Reîsî got:Têkiliyên Îranê û welatên ewropî maye ser berçavgirtina mafê hevdu û presîba hurmetgirtina ji hevdu re.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di pêwendiya telefonî bi serokê Konseya Ewropayê Charles Michel re got: Ji bo berdewamî û mayindebûna têkiliyên dualî yên di navbera Îran û Yekîtiya Ewropî de vîna pratîkî ya aliyê Ewropî hewce dike, ne ku ew bi îradeya hêzên yekalîxwaz, yên wekî Amerîkayê ve girêdayî bibin.
Reîsî bi bîr xist ku Îran tekane welat bû ku li Iraq û Sûriyê li dijî DAIŞê helwestek cidî û realîst girt ber xwe û di dewamê de got: Pêdivî bû ku welatên Ewropî li ser terorkirina General Qasim Sulêmanî, lehengê şerê li dijî terorê li herêmê û cîhanê, ji hêla rêveberiya serokê wê demê yê Amerîkayê Donald Trump ve helwestek dadmendane vebigirta.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Li ser pirsa vejandina Rêkeftina Navokî jî tekez kir: Îranê tu carî Rêkeftina Navokî binpê nekiriye û nabe; Ew Amerîkî bûn ku ev rêkeftin terk kirin û ew binpê kirin, lê Ewropî jî li ser Rêkeftina Navokî nesekinîn.
Derbarê hevkariya Îranê bi Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê re jî Reîsî got: "Hevkariya cidî ya Îranê bi IAEA re mînakek eşkere ya viyana Îranê ji bo şefafiyeta di çalakiyên navokî yên aştiyane de ye."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê rewşa Efganistanê de jî got: Pêdivî ye ku hemî welat bi hev re kar bikin da ku hukûmetek li Efganistanê ava bikin ku ji hêla gelên vî welatî ve were bawerkirin û aramî, ewlehî, aştî û pêşkeftin tê de damezire.
Reîsî got, "Roja îro, ji her demê zêdetir, hat îsbatkirin ku hebûna hukûmetên biyanî, nemaze Amerîkaî, li Efganistanê ewlehî pêk neanî û ji bilî şer, xwînrijandin û wêrankirinê tiştek ji vî welatî re neaniye."
Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel jî tekezî li ser vîna cidî ya Yekîtiya Ewropî ji bo xurtkirina têkiliyên dualî û berfirehkirina hevkariya aborî bi Îranê re kir, û got: "Cezayan bandorek neyînî li ser têkiliyên YE û Iran kiriye."