Îlon 06, 2021 15:57 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêzên bejayî yên Sipahê Pasdaran hişyariyê da Herêma Kurdistanê

Derveyî welat - Fermandarê hêzên bejayî yê Sipahê Fermandarê Hêzên Bejahî yên Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, balkişande ser bikaranîna nerewa ya Herîma Kurdistana Iraqê ji aliyê komên têrorîst û çekdar ji bo çêkirina bêewlehiyê li navçeyên sînorî yên Îranê û tekez kir: Em nikarin vê rewşê tamul bikin û em ê bersiva terorîstan bidin. "

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyona Îranê; Piştî hin liv û tevgerên nû yên komên çekdar û terorîst li herêmên sînorî yên bakurê rojavayê welêt, Serdar Mihemed Pakpûr, seredana yekîneyên sînorî û xalên pişkinînê yên li navçeyê kir û bal kişande ser tekîdên dubare û agahdarkirina rayedarên Herêma Kurdistanê derheq liv û tevgerên komên terorîst û çekdar li dijî Îranê.û bê bersiviya Herêmê derheq van kiryaran û got: bi salan e ev komên terorîst û dijî Înqilabê  û girêdayî li dezgehên sîxoriya welatên biyanî Herêma Kurdistanê ji xwe re kirine sitargeh û veşargeh û li dijî Komara Îslamî û gelên Îranê kiryarên sebotaj û xirabkariyê pêk tînin û di vê barê de me rayedarên Herêma Kurdistan û yên Iraqê hişyar kirine. 

Serdar Pakpûr desnîşan kir ku divê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê îzna liv û tevgerê û mayîna van komên terorîst û çekdar li bakura Iraqê nedin wan da ku ew kiryarên terorîstî û xirabkarî li dijî Komara Îslamî ya Îranhê pêk bînin û em her xeflet û sistiyel di vê barê de li dijî cînrtiya bi aştî û pêwendiyê baş dizanin.

Serdar Pakpûr tekez kir: "Bi berçavgirtina rewşa navçê û ihtimala bersiveke bibiryarr û poşmanker ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve li dijî van komên têrorîst ên ser bi neyarên sondxwarî yên Şoreş û pergala Îslamî ya Îranê ku li bakurê Iraqê hêlîn kirine,” em ji niştecihên van deveran dixwazin ku "Bila ew xwe ji navendên van terorîstan dûr bêxin da ku zirarê nebînin.

Serepeyv