Îlon 05, 2021 09:42 Asia/Tehran
  • Dewama anîna vaksînê bo Îranê

Alîkarê teknîkî yê Gumrika Îranê qala anîna derdroa 650 hezar dozên vaksîna Koronayê ji cûreya Astrazinkayê bo welêt kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mêhrdad Cemal Roneqî, Alîkarê teknîkî yê Gumrika Îranê got: Ev bar ji aliyê kompaniyeke dermansaziyê va bi destûra qanûnî ya pêwîst derbasî nav Îranê hat kiirn û piştî pêkanîna rêzikên gumrikê bi awayê rakirina yekser radestkirinê Wezareta Tendurustiyê hat kirin.

 

Li gorî gotina wî, Ev bar pêkhatî ji 5 paletê bi giraniya 2690 kg û 648000 dozên vaksîna Koronayê ji cûreya Astazinkaya rûsî ye.

Her wiha sibeha îro jî bi hewildana Heyva Sor 5 miliyon dozên vaksînê derbasî nav welêt hat kirin.

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê ev bar wek girantirîn barê vaksîna Koronayê ya amaddekirî ji aliyê vê rêxistinê va da zanîn.

 

Serepeyv