Xetîbzade: Karbidestên niha yên Amerîkî li ser şopa rêveberiya berê dimeşin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, li bersiva sizayên dijî Îranê yên Koşka Sipî, tekez kir: Karbidestên niha yên Amerîkayê riya şikestxwarî ya rêveberiya berê dişopînin.
Li gorî bingeha agahdariya Wezareta Derve, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, "Seîd Xetîbzade" di bersiva wezareta xezînedariya Amerîkayê de ku 4 hemwelatiyên îranî xistine nav lîsteya sizayên Amerîkayê bi tawanên xeyalî, got: Karbidestên niha yên Amerîkayê riya şikestxwarî ya rêveberiya berê dişopînin.
Xetîbzade wiha li axavtina xwe zêde kir: "Alîgir û ceza û boykotfiroşên amerîkî ji ber berxwedana herî mezin a Îranê boksa(qotiya) alavên cezayên xwe vala dîtin û vê carê, bi navgîniya senaryoyên Hollywoodê, ew hewl didin ku jiyana ku ji atmosfera cezayan wergirtine zindî bihêlin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, tekez kir: Waşîngton divê bizane ku tu çareya wê tune ye ku dev ji riya hînbûyî ya boykotkirinê berde û edebiyat û rêzgirtina ji bo Tehranê bikar bîne.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi hinceta "hewla revandina çalakvaneke Îranî-Amerîkî" li ser îdiayên bêbingeh çar îranî xistiye lîsteya cezayan.