Reîsî: Amadekariyên ji bo dabeşkirina adilane ya vaksînan li parêzgehan amadekariyên pêwîst e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Divê ji bo dabeşkirina adilane ya vaksînan li parêzgehan karên pêdivî cih werin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a ÎranPressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî, îro (Pêncşem) di civîna serokên komîteyên pispor ên Erkana Niştimanî ya Dijî Koronayê de, xala girîng ji bo serketina li hemberî Koronayê û ji bo kontrolkirina vê vîrusê agahdarkirina xelkê ya bi bandor û qayilkirina raya giştî ji bo hevrêkirina piraniya xelkê di warê rawestana li ber pandemya Koronayê û cihanîna destûrên tendirustiyê de ye.
Reîsî her wiha got: "Yek ji mijarên bingehîn di pêvajoya derzîlêdanê (vaksînasiyonê) de, dabeşkirina adilane ya vaksînê ye li ser bingeha pêşîniyên ku divê bi dirustî werin kirin da ku pêvajo û leza derzîlêdana vaksînê neyê astengkirin."
Reîsî her wiha got ku komîteya agahdarkirinê ya Erkantiya Niştimanî ya Dijî Coronayê, bi hevkariya medyaya neteweyî û medyayên din, divê hemî rê û şêwaz, metod û amûrên kêrhatî bikar bîne da ku piraniya xelkê qayil û serwext bikin ku destûrnamên tendirustiyê bi giştî û bi baştircih şêweyê cih bînin.
Serokomarê Îranê dîsîplîna di agahdariyê de wekî xalek din a pir girîng û bi bandor ya vê pêvajoyê da zanîn û destnîşan kir: Hemî hewildanên ji bo birêvebirina kontrolkirina nexweşiya koronayê, ji Navenda Neteweyî bigire heya kedkar û kadroyên din ên beşa derman û pizîşkî , ji bo ji holê rakirina fikar û dilgiraniyan û afirandina hêviyê û dilgeşî di gel de ye.