Îlon 01, 2021 11:08 Asia/Tehran
  • Fermandarê giştî yê Artêşa Îranê: Bergiriya asimanî ya artêşê amadeyî sekinîna li dijî her gefekî ye

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina peyamekê destnîşan kir: Bergiriya asimanî ya artêşê amadeyî sekinîna li dijî her gefekî ye.

Li gorî rapora YJC'yê, Emîr serleşker seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê roja 10ê Şehrîverê (1ê Îlonê) wek Roja Bergiriya asimanî ya Artêşê pîroz kir.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di peyama xwe ragihandiye: Roja îro bergiriya asimanî ya artêşê bi hebûna pergalên birojkirî yên radarî, mûşekî û dronan û bi riya danûstandina tev beşên din ên Hêzên çekdar xasma Sipaha Pasdaran, amadeyî  sekinîna dijî her gefekî ye.

 

Serepeyv