Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê: Dagirkeriya Amerîkatyê tu encamek ji bilî wêraniyê jibo Efxanistanê nehîşt
Tebax 31, 2021 18:36 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê li twitterê nivîsî: Dagirkeriya Amerîkatyê tu encamek ji bilî wêraniyê jibo Efxanistanê nehîşt.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Sêşemiyê li twitterê nivîsî: 20 salan dagirkeriya Amerîkayê tu encamek ji bilî mirin û wêraniyê jibo Efxanistanê tunebû.
Xetîbzade di dewamê da nivîsî: Aniha derfeta dîrokî jibo rêberên Efxanistanê ye da ku bi bidawîanîna tundiyê û damezirandina dewleteke giştalî, derd û rencên gelê xwe bi dawî bînin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îran dê li kêleka welatê bira anku Efxanistanê raweste.