Xetîbzade: Li Bexdayê, me diyalogek nû di navbera Îran û Erebistana Siûdî de nedît
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gotûbêjên navbera Îran û Erebistanê li Bexdayê dewama gotûbêjên berê bûn û tu gotûbêja nû di navbera du welatan de çênebûye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro (Duşem) di konfêranseke rojnamevanî de bi rojnamevanan re, ku bi şêweya vîdyokonferansê li dar ket, 8ê Şehehrîvarê (30Tebaxê), salvegera şehadeta şehîdên Racayî û Bahunar ji aliyê hêmanên terorîst ve li nivîsgeha Serokwezîriyê, mînaka dijminatiya eşkera ya Îstikbara cîhanî li dijî neteweya Îranê da znîn û şehîdên hikûmetê û Şoreşa Îslamî bi bîr anî.
Xetîbzade li ser konferansa Bexdayê û çima Komara Îslamî ya Îranê li ser asta wezîrê karên derve beşdarî vê civînê bû? got: Ji bo her konferansek navneteweyî, ast û pêkhateya beşdaran ji hêla welatan ve û li ser hûrgiliyên civînê û amadebûna welatan têne biryar dan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Serokê Komara Îslamî ya Îranê beşdarî civînekê bibe yan jî Wezîrê Karên Derve li gorî asta beşdaran û bernameyan biryar tê girtin û di pratîkê de tu cudahî di siyaseta derve ya Îranê de nemaze di derbarê Iraqê de nîne, ji ber ku me wek cîranê Iraqê, bi berdewamî gotiye Em li kêleka vî welatî ne bona damezrandina aştî ewlehî û îstiqrarê di vî welatî de.
Xetîbzade got: gişt dizane ku cih û şûn û bandora Îran li navçe, Iraq û cîhanê çiye û çiqas e. mesela girîng eva ye ku civîna Bexdayê , civînek bû ji bo hevkariyên zêdetir û wekî wezîrê derve jî dibêje qedera me û Navçê wekî hev e,
Wî derbarê gotûbêjên di navbera Iranran û Erebistanê li Bexdayê de zelal kir: Ev hevdîtin dewama gotûbêjên berê yên Bexdayê bûn û tu gotûbêjên nû nehatine kirin. .