Tebax 29, 2021 12:26 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Amerîkayê bi şkesteke rezîlane terka Efxanistanê kir

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Amerîkayê bi şkesteke rezîlane terka Efxanistanê kir.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di merasima rêzgirtina li emîr sertîp Emîr Hatemî û merasima danasîna Emîr Muhemedreza Qerayî Aştiyanî Wezîrê berevaniyê yê nû yê Îranê da, got: Cinayeta herî dawî ya Amerîkayê Efxanistan e ku bi du hezar miliyar mesrefa mezin, Artêşa Efxanistanê veguherand artêşeke bêtevger û lawaz.

 

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi cinayeta Amerîkatyê û şandina hêzan bo Rojavayê Asyayê, got: Komployên din jî li her devereke navçeyê diyar in û didomin; Di rewşeka wiha da parastina şiyana berevanî û pêşketinê karekî pêwîst e ku bêyî şiyana berevaniya xwecihî û kêrhatî dê serê xwe negire.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi guherîna teşeya şeran, got: Şerên îro û pêşerojê hindik dişibin ên berê û şerê ku sala par li Qerebaxê qewimî qet nedişibî şerê berê û tê da teknolojiyên nûjen hatin bikaranîn.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Pêşxistina hêza berevaniyê jibo hikûmeta îslamî ji ber hegerên cûrbicûr erkeke tekûz û bêveger e.

Serleşker Baqirî got: Komara Îslamî ya Îranê di hestyartirîn erdnigariya cîhanê da ye ku di salên dawî da hertim nearamî tê da qewimîne.

Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Wezareta Berevaniyê divê erka berhemanîna hêzên li gorî guherînên nû û şerên pêşerojê bigire ustiyê xwe.

 

Serepeyv