Rêberê Mezin ê thenqilabê: Komara Îslamî ya Îranê piştgirê miletê mezlûm û misilman ê Efxanistanê ye
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Komara Îslamî di her şert û mercî de alîgirê neteweya bindest û misilman a Efxanistanê ye û pêwendiyên me bi hikûmetan re girêdayî pêwendî û reftara wan bi Îranê re ye.
Li gorî bingeha ragihandinê ya Nivîsgeha Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî, Hz. Ayetullah Xamineyî îro (şemî) di hevdîtina Serokomar û endamên hikûmeta nû de diyar kir; Li paş dîmenên dîplomasiyê û li pişt ken û profesyoneliya rast, amerîkî wek gurên hov û har in û wiha li axavtina xwe zêde kir: "Bê guman, carinan ew wekî roviyê xapînok in, ku ev di rewşa heyî ya Efxanîstanê de xuya dike."
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî Efxanistan wek welatê, bira, hevziman, hevol û hevçanda Îranê bi nav kir û dilgiraniya xwe ya mezin ji ber pirsgirêkên gelên vî welatî, ji wan bûyera roja Pêncşemiyê li Balafirgeha Kabulê anî ziman û got: Ev pirsgirêk û zehmetî karê Amerîkiyan e ku 20 salan welat Efxanistanê dagir kirin û her cure zilmê li ser gelê wê ferz kirin.
Rêberê Inqilabê tekez kir: "Amerîka ji bo pêşkeftina Efxanîstanê gavek tenê neavêtiye û Afganîstana îroyîn ne li pêş e ger ew di warê pêşkeftina medenî û avadanî de ji 20 salên berê paşvetir nebe, pêşketî jî nîne."
Hezretê ayetulah Xaminêyî xîtabî endamên kabîneya nû ya hikûmeta Îranê kir û got: Pêwîst e di warê siyaseta derve de xebat û têkoşîna we çendîn qat zêde bibe û wiha gotina xwe domand: “Aliyê aborî di dîplomasiyê de divê were xurtkirin, û çawa ku li gelek welatan serokomar dîplomasiya aborî dimeşîne, divê dîplomasiya aborî ya welêt jî li gor vê dîtinê bihêz û xurt bibe. "
Wî banga berfirehkirina bazirganiya derve bi 15 welatên cîran re, û her weha gelek welatên din ên cîhanê kir, ji bilî yek an du babetan û destnîşan kir ku divê dîplomasî bi pirsgirêka navokî ve neyê girêdan û di bin bandor wê de nebe û çûnku mesela navokî mijareke cida ji yên din û divê ew bi şêwazeke guncaw û hêjayî welêt were çareser kirin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku: `` Emerîkiyan bi rastî di mijara navokiyan de sînorên şermê derbas kirine û tevî vê yekê ku ew li ber çavê her kesî ji Rêkeftina Navokî derketine, lê niha ew wisa diaxivin û îdia dikin ku tuyê bibêjî ku Komara Îslamî ji Rêkeftinê derketiye û erkên xwe binpê kirine, Eva di rewşekê de ye ku demeke dirêj piştî derketina Amerîka ji Rêkeftina Navokî, Komara Îslamî ti hewldaneke berevajî vê rêkeftinê nekir û piştî demeke dirêj Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku neçar e hin peywirên xwe, lê ne ku hemî pêweran diterikîne.
Rêberê Inqilabê rola welatên Ewropî li kêleka Amerîkayê di warê sabotaj û bêexlaqiyê de kêmtir ji ya Amerîkayê nezanî û destnîşan kir ku ew jî mîna Amerîkayê ne, lê di warê ziman, lîstik û axaftinê de, ew her dem dewekar û deyndêr in, tuyê bibêjî (mîna ku) ew Îran bû ku tinazên xwe bi muzakireyê dikirin û muzakere demeke dirêj binpê kirine.
Hezretê ayetulah Xamineyî herwiha got: "Rêveberiya niha ya Amerîkayê ji rêveberiya berê cudatir nîne ji ber ku tişta ku ew di warê navokî de ji Îranê daxwaz dike, bi gotineke din, heman tişt e ku Trump daxwaz dikir û karbidestên hikûmetê wê rojê, bi tekezkirina ser neberaqilbûna wê daxwazê, ew qebûl nekirin."