Tebax 26, 2021 14:12 Asia/Tehran
  • Reîsî: Em bi biryar in ku edaletê damezrînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Divê gel pêşketina edaletê û cih hatina wê hîs bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, "Seyd Îbrahîm Reîsî", serokê Komarê Îslamî ya Îranê, îro Pêncşemê, li yekemîn civîna kabîneya 13`mîn got: Li hin waran, bişûndamayîna me ya cidî heye ku divê were telafî kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser nebûna ti xitimînînek li pergala Wilayeta Feqîh kir û got: "Roja îro, Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî di hemû mijarên welêt de agahdar, nasyar û serdest e û mekanîzma di vê heyamê de hatiye çêkirin. ji bo viya ye ku di nav me de ti xitimandinek nemîne."

Reîsî her wiha got: “Divê gel pêşkeftin û dadmendiyê di hemî waran de hîs bike, Ji xwe dadmend û edalet ne di gotinê de ye.

Serokomarê Îranê herwiha got: "Divê wezîr kun û riyên gendeliyê nas bikin da ku bi xitimandina wan em tji vê çûnda ti pirsgirêkek nebînin."

Reîsî got: "Divê em di demek kurt de pirsgirêka vaksînasiyonê û tenduristiya li welat misoger bikin, karên ku ji bo pêşlêgirtina koronavirusê hatine kirin baş in, lê ew têrê nakin û pêdivî ye ku ev karana çendîn qat zêde bibn," 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got, "Pîvana herî baş Ji bo edaletê, cihanîna qanûnê ye."

Serepeyv