Tebax 25, 2021 21:20 Asia/Tehran
  • Sipasiya Reyîsî ji baweriya meclîsê bo wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta sêzdehem a Îranê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê sipasiya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê ji ber dengê baweriyê bo wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta sêzdehem a Îranê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî sipasiya ji dengê baweriyê yê Meclîsê bo wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta sêzdehem, got: 'Dengê bihêz' ê Meclîsa Şêwraya Îslamî bo 'Dewleta Gelanî' bi hezkirina Xwedê dê bibe destpêka hevkariyên bi hevdilî ya du saziyan jibo avakirina 'Îrana Bihêz'.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro (çarşemî) dengê baweriyê da 18 ji 19 wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta sêzdehem a Îranê.

 

Serepeyv