Amara 24 saetên dawiyê ya miriyên ji ber Koronayê li Îranê ji 700 kesî derbas bû
Peywendiyên giştî yên Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 709 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 103 hezar û 357 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 24 Tebaxê ragihand, di nav 24 saetên borî de 40 hezar û 623 kesên din bi Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 4 milyon û 756 hezar û 394 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 3 milyon û 993 hezar û 211 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê herwiha ragihand ku li welêt 28 milyon û 93 hezar û 587 testên tesbîta "Covid-19" hatine kirin.
Vê wezaretê ragihand ku heya niha 17 mîlyon 233 hezar û 661 kesan dozê yekem a vaksîna Coronayê û 6 mîlyon û 476 hezar 773 kesan jî doza duyemîn wergirtine û jimara giştî ya vaksînên hatine lêdan li Îranê 23 mîlyon 710 hezar 434 doz e.