Tebax 23, 2021 12:54 Asia/Tehran
  • Merasima vekirinê ya Pêşbirkên leşkerî yên navneteweyî yên Xewasiya likûrahiyê li Bendera Kunarekê hat lidarxistin

Merasima vekirinê ya Pêşbirkên leşkerî yên navneteweyî yên Xewasiya likûrahiyê li Bendera Kunarekê hat lidarxistin.

Rêûrisma vekirina Pêşbirkên leşkerî yên navneteweyî yên 2021ê di Xewasiya kûrahiyê bi mazûvaniya Hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li bendera Kunarekê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hat lidarxistin.

Li gorî rapora beşa pêwendiyên gelemperî ya Hêza deryayî ya Artêşê, Di vê merasimê da emîr deryadar Hemze Elî Kaviyanî, dewsgirê Fermandarê Hêza deryayî ya Artêşê û edmîral Vladîmîr Lovîç Kasatonov dewsgirê Hêza deryayî ya Rûssiyê beşdar bûn.

Li gorî vê raporê, di vê dora pêşbirkan da tîmên bijarde ji artêşên cîhanê ku pêkhatî ji 100 werzîşkaran ji 6 welatên cîhanê ne, beşdar in û ji îro va bi qasî 15 rojan dê bikevin rikeberiyê.

 

 

Serepeyv