Tebax 22, 2021 20:42 Asia/Tehran
  • Reîsî li ser şopandina pêngavên pratîk û teşwîqkirinê ji bo pêşxistina hinardekirinê pêgîrî kir

Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî tekezî li ser şopandina gavên pratîkî û teşwîqker ji bo pêşkeftina hinardekirina welat kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê îro di civîna Serokatiya Koordînasyona Aborî de ya hukûmetê tekezî li ser şopandina gavên pratîkî û teşwîqkar kir ji bo pêşxistina hinardeyê û vegerandina diravê ku ji ber hinardekirinê dikeve nav sîkla aboriya welêt.

Reîsî li ser bikaranîna mekanîzmên guncan û pratîk ji bo pêşvebirina îxracata ne neftî tekez kir û got: Pêdivî ye ku meriv bi vî rengekî plansaz bike û tevbigere ku bi rakirina asteng û dijwariyên çalakiyên hinardekaran, teşwîqên pêwîst ên ji bo pêşkeftina hinardekirinê werin xurt kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her weha tekez kir ku pêdivî ye meriv astengiyên li ber bicihanîna soz û peymanên derheq perê biyanî nas bike û ji holê rake.

Serepeyv