Tebax 21, 2021 00:17 Asia/Tehran
  • Axaftina telefonî ya Pûtîn û Macron a li ser Rêkeftina Navokî

Qesra Kremlînê şeva Pêncşemê derbarê axaftina telefonî ya Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser mijarên cûrbecûr ragihand, di nav de li ser Rêkeftina Navokî agahî da.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Qesra Kremlînê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Pûtîn û Macron di vê pêwendiya telefonî de banga pêşdeçûn û berdewamiya muzakereyan kirin da ku cihanîna Rêkeftina Navokî  ji nû ve bidome.

Rûsya û Fransa endamên Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî ne.

Di mehên borî de, Rûsiyê çendîn caran tekezî li ser rakirina hemû sizayên li dijî Komara Îslamî ya Îranê wek pêşmercê gotûbêjên navokî li Viyenê kiriye, li halekê ku Fransa hewl dide ku li kêleka Amerîkayê zextê li Îranê bike.

Heya nuha, şeş gerên danûstandinan bi mebesta vegera Amerîkayê ser Rêkeftina Navokî li Viyana, bi beşdariya welatên mayî di vê peymanê de hatine kirin; Di vî warî de, Tehranê diyar kir ku rakirina hemî sizayên yekalî û neqanûnî ji hêla Washingtonê û îsbatkirina vê pêngavê dê bibe şertek ji bo gihîştina lihevkirinek di vî warî de.

Serepeyv