Tebax 20, 2021 21:09 Asia/Tehran
  • Îranê êrîşa terorîstî ya li dijî şîndarên Huseynî li Pakistanê bi tundî şermezar kir

Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva Pêncşemê, êrîşa terorîstî ya li ser şîndarên Seyd û Salarê Şehîdan li parêzgeha Pencabê a Pakistanê bi tundî şermezar kir.

Li gorî IRNA, Berdevkê wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade bi şermezarkirina vê êrîşa terorîstî,hevxemiya xwe ya kûr bi malbatên qurbaniyên vî sûcî re anî ziman.

Xetîbzade li ser pêwîstiya rûbirûbûna li hemberî hemî awayên kiryarên wiha nemirovî û terorîstî sekinî û banga hevkariya hemî welatên deverê kir da ku têkoşîna xwe li dijî cinayetkar, organîzator û piştgirên van kiryaran berdewam bikin.

Duh pêncşemê di roja Aşûraya Huseynî de li eyaleta Pencaba Pakistanê ji bo bîranîna şehîdên Kerbelayê merasîmên tazîdariya lidar ketin ku li bajarê Bahavalneger a vê eyaletê êrîşeke bombeyî  ya terorîstî di nav merasima tazîdariyê pêk hat ku di encamê de 3 tazîdar şehîd bûn û nêzîkî 60 tazîdarên din jî birîndar bûn.

Rêberê şîe yê li herêma Hawar Şewket jî teqîn piştrast kir, lê derbarê êrîşê de zêde agahî nedan.

rayedarên pasktanî û olî li hember wê teqînê bertek nîşan dan û daxwaz kirin tewanbar bên girtin û cezakirin.

Li Pakîstan a nufûsa wê 220 milyonan derbas dike, zêde ji 20 milyon şîe hene.

Serepeyv