Tebax 19, 2021 00:57 Asia/Tehran
  • Reîsî: Tehranê îradeyek cidî heye ku belgeya berfireh a hevkariyaÎran û Rûsiyê îmze bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Têhran îradeyek cidî heye ku belgeya berfireh a hevkariya Îran û Rûsiyê di zûtirîn dem de tekz û îmze bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê syd Îbrahîm Reîsî îro çarşemê li gotûbêja telefonî bi serokomarê Rûsyayê "Vladimir Putin" re destpêşxeriya Moskowê ji bo şopandina pêvajoya endametiya Îranê di Rêxistina Hevkariya Şanghayê de bi erziş û hêja nirxand û ev pêngavek ji bo xurtkirina pêwendiyên pir nêzîk ên Têhran û Moskowê wesif kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê hevkariya Rûsyayê di pêşîlêgirtina koronayê de û her weha hewildana hevbeş bi Îranê re ji bo berhemanîna vaksîna vîrusa koronayê bi bîr xist û got: "Îran ji ber şert û mercên taybetî yên niha daxwaza şandina zêdetir a vaksîna koronayê dike."

Reîsî herwiha tekez kir ku Îran, wek aliyekî peymanên navneteweyî, di nav de NPT li ser van peymanan bi taybet NPT disekine û di vî halî de Komara Îslamî ya Îranê divê mafên gelê xwe di warê çalakiyên navokî yên aştiyane de jî biparêze û ji bo sûdwergirtina ji destkeftên vê teknolojiyê li Hemû warên aştiyane cidî ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbrê guhertinên Efxanistanê de jî got: Damezrandina ewlehî, aşitî û aramiyê li Efganistanê her gav ji hêla Îranê ve tê tekez kirin, û komên Afganî divê bi hevra bixebitin da ku aramî li welatê xwe di zûtirîn dem de were saz kirin û vekişîna Amerîkayê ji bo aşitî û aramiya mayînde li Efganistanê bibe xalek werçerxan.

Serokê Rûsyayê jî tekez kir ku pêşxistina pêwendiyên bi Îranê re ji bo Rûsyayê xwedî girîngiyeke mezin e û got: "Ew pêşwaziyê li pêşniyara encamdana peymaneke berfireh li ser hevkariya dualî dike."

Serepeyv