Tebax 18, 2021 18:02 Asia/Tehran
  • Tayînkirina admîralê Kurdistanî nîşana emekdariya gelên Îranê derheq parastina xaka welat e

Nûnerê rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî li Kurdistanê got: Tayînkirina admîral(deryadar) Şahhram Îranî yê ji Kurdistanê bo fermandariya Hêzên Deryayî ji aliyê Serfermandarê gişt Hêzên Çekdar ve pabendbûna hemû gel û pêrewên olan li Îranê derheq parastina Înqilaba Îslamî û axa welêt li hemberî mustekbiran nîşan dide. Derheq vê teyînkirinê de nûnerên ehlê sunetê yên Meclisa Şêwra Îslamî jî bi şandina nameyekê ji rêberê Înqilaba Îslamî, sipasî û qedirzaniya Serfermandarê gişt Hêzên Çekdar kirin.

Li gorî Kurdpressê, Hacetulîslam Ebdulreza Pûrzehebî îro  Çarşemê peyameke pîrozbahiyê ya li bara vê wezîfeyê nivîsî, ku di nivîsa peyamê de wiha tê gotin: Pêşkêşkirina dereceya admîralî û teyînkirina Fermandarê Hêzên Deryayî yê Artêşa Komara Îslamî ji aliyê Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî li admîral Şehram Îranî û li gelê agahdar, zana, dilsoz, şoreşger û wilayetmedar ê Kurdistanê pîroz kir.

Wî di dewamê de nivîsiye: Bê guman, hebûna cenabê te di yek ji bilindtirîn pileyên leşkerî yên welêt de encama emekdarî û dilsoziya bi îdealên şoreşê, pisporî û serbihûriya geş yên cenabalî ye ku evana bûne sedema baweriya rêberê mezin ê Înqilabê derheq te. Eva wek bergeyeke bi şanazî û zêrîn di qada neteweyî û emekdariya gişt gelên welêt di warê parastina Înqilabê û welêt li hemberî dijminên îstikbarî de tê tomarkirin  

Fraksiyona ehlê sunet a Meclîsa Şêwra Îslamî jî di nameyekê de ji bo Rêberê giranqedir ê Înqilabê sipasiya wî kirin, ji bo destnîşankirina dereca admîraliya duyem ji bo birêz Şehehram Îranî û teyînkirina wî wek Fermandarê Hêza Deryayî ya  Artêşa Komara Îslamî ya Îranê.

Di qismeke vê nameyê de hatiye: Biryara Cenabê we di pêngava duyemîn a şoreşê de girêkeke kor di hevkêşeyên birêvebirina welêt de vekir û ji hemû dilsozên ku dixwestin sûdê ji hebûna jêhatî û giregirên Ehlê Sunetê di hemî warên rêveberiya welêt de werbigirin riyeke nû vekir.

Serfermandarê gişt hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyî du 17 Tebaxê di biryarekê de, Edmîralê Duyemîn Şehram Îranî, pileya admîralî pêşkêşî kir û ew kire Fermandarê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê.

Serepeyv