Li Kirmaşanê sê bira di gola bendavê de xeniqîn
Tebax 18, 2021 15:28 Asia/Tehran
Li parêzgeha Kirmaşan ya rojavayê Îranê 3 bira bi hev re di nav bendavê de xeniqîn.
Li gorî ragihandina IRNAyê, Duh li navçeya Mîrava ya parêzgeha Kirmaşanê li rojavayê Îranê, 3 kes di gola bendava Azadî ya Kirmaşanê de xeniqîn.
Li gorî agahiyan, sê birayên bi navên Mizefer, Mîlad û Wirya Qadirî, ji gundê Nîrij yê Mîravayê ji bo avjenîkirinê ketibûn nava gola bendavê, lê heyf û mixabin tê da xeniqîn û malbat û dost û hevalên xwe di nav şîn û tazîdariyeke bi derd û keser hêştin.