Tebax 17, 2021 14:40 Asia/Tehran
  •  Ji duh heta îro 17ê Tebaxa 2021ê - 625 kesên din li Îranê ji ber Koronayê canê xwe ji dest da

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya îranê ragihand ku di 24 saetên borî da 50228 tûşbûyiyên nû hatine naskirin.

Li gorî vê yekê, hejmara giştî ya tûşbûyiyên Koronayê ji destpêkê va heta niha li îranê bûye 4 miliyon û 517 hezar û 243 kesî.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya îranê ragihand ku heta niha 3 miliyon û 786 hezar û 488 kes ji nexweşên koronayî baş bûne.

Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya îranê her wiha bal kişande ser candana 625 kesan di 24 saetên bihurî da û ragihand:

"Hejmara goriyên Koronayê li îranê gihîştiye 99 hezar û 108 kesî kesî."

 

Serepeyv